hêzî cûtyar

From the Book:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
By:
Osman Ozeri (1936-1966)
 1 minutes  441 views
ême çînî cûtyarîn
dijî zułim û zordarîn
awełî kirêkarîn
xebat ekeyn nasrewîn
ta destikewtî maf û jîn
hemû azadperwerîn
wekû pişko û agirîn
hêzêkî qet nemrîn
bo azadîy nîştiman
bextîn serapa giştiman
berew koşkî zordaran
mil enêyn be hezaran
ta text ebê wek caran
ca cûtyar û kirêkar
řizgar ebin le zordar
eřoyn berew řûy mebest
hemû dest edeyne dest
bo wiłatêkî serbest
takû hemû wek yek çîn
be bextyarane ejîn
dujminî xway şeřanîn
hemû aştîxwazanîn
bextî řêy nîştîman
jîn be aştî beser ebeyn
xomanî bo bext ekeyn
perjînî em wiłateyn
eyparêzîn heta heyn
kurdistanman pêş exeyn
ew ebê be cêy biřwa
gel le pênawya eřwa