bo xuşkekanim

From the Book:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
By:
Osman Ozeri (1936-1966)
 2 minutes  517 views
ey xuşkî benirx afretekey kurd
newey ewaney ke xebatyan kird
emřoke norey serbestîye dey
bibře ew dawey kewa toy bend kird
***
xistîtye faqey koneperistî
bo ewey komeł bête jêrdestî
be hemû tîn û piřupaẍendey
eywîst koşşiman bixate sistî
***
eyut xebatî afretan û pyaw
bepêy şerî’et negbet dête naw
ẍezeb ebarêt beser wiłata
em kare karî kifre û natewaw
***
eweş bîrêkî îsti’marî bû
desîsey peřey hêz zordarî bû
takû lêk cya bîn, piştî yek negrîn
boye biçûkyan ewe karî bû
***
ewey ezanî eger min û to
dest bideyne dest, bîrman bikeyn ko
zordar der’ekeyn lem nîştimane
pîşey ewanîş ebête řořo
***
ew xwêney kewa eymjî wek mar
îtir eybestê boy nayete xwar
natwanê îtir sinanî bikat
ke şwênî řastî lê bû çewt û lar
***
ew řojey kewa ewanî tirsan
axrî xoyan be çawyan dîyan
ême xebatman her berdewam bû
bêfeřî derçû ew karey kirdyan
***
înca ey xuşk ke zordar nema
fewta lelaman canewer, de’ba
deba yek girîn bo řêgay xebat
darî teř nema ke dûkeł bikat
***
min û to benirx hawxiwênîn herdû
gişt xuşk û birayn, ewe beser çû
emřo biłêsey azadîyekeman
ew dêwe ziley zû kird be bêçû
***
ba destiman bigrîn texte řêgaman
bo berzîy hoz û gel û nîştiman
qełay azadîy cwan dirust bikeyn
ta bimannasin le hemû cîhan
***
hewłî ewe beyn ke dostiman zor bê
nek her pîşeman naw û nator bê
her kes bibête xuşk û biraman
yarmetîy edeyn be herçî cor bê
***
îtir her bijîy hêzekey xebat
ke řûnakî boy şayetî edat
řûnakîy tîşkî cwanî serbestî
ke bextyarîman gişt pêşkeş ekat