řojî azadî

From the Book:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
By:
Osman Ozeri (1936-1966)
 3 minutes  413 views
beriztirîn mêjûy azadîy wiłat
emřoye kewa serbestîy pêk hat
destiman kewt řenc û amancî xebat
pîs û napakan negeyştine awat
gişt biłên bijî gel, supay nazdar
wa řizgarman bû le dest îstî’mar
kurdîne şad bin laberin pestî
laçû le serman dîlî û jêrdestî
emřoye řojî maf û serbestî
řizgar bûyn le kot, zincîr, jêrdestî
êsta etwanîn biłêyn wiłatman
wa boy hate ber darî xebatman
ewaney kewa nokerî xełk bû
bo nîştimanman bê sûd û kełk bûn
be şeq derkiran bo cehennim çûn
lêyan tarîk bû xor û řojî řûn
kujran serbiřan, hemû beyekcar
letupet kiran be çeqo, be dar
ewaney maf û gel û nîştiman
bedestyanewe daym eynałan
êmeyan firoşt bo bêganekan
mijde bê kurde ewa serbiřan
her way beser dê ewey napak bê
encamî ebê wekû zuḧakPerson
çenman dî zułim û zordarî û azar?!
çendeman kujran le zîndanî tar?!
çendeman mirdin be felaqe û dar?!
ewey way ekird, wabû nigû sitar?!
herkes zordar bê le ser hozekey
qet le jyanya nabînê oxey
çen çawman poşî le ḧukmî bêfeř
qeynakaman kird ger bûyşin zerer
keçî bew coreş nemanbirde der
zyatir ebû zułim û derdîser
înca gel mecbûr çawî hełbiřî
ew zordaraney yek yek serbiřî
ew hewłey ke day bewêney piłing
cergî zordarî derhêna be çing
tałtałî kirdin wekû pelkî şing
daykuta řegî dadperwer wek sing
hemû řizgar bûyn le destî zîllet
zîndû buwewe nîştiman, mîllet
derîxist ke gel le agir pitir
le poła û asin, le top betîntir
bełkû zyatrîş hêzêke nemir
betîntirî ke le giřî agir
be xwên enûsê mêjûy serkewtin
ekujê ewaney legełya çewtin
herwekû nûrî yan ’ebdulşeytan
kelakyan wek seg gel řay’ekêşan
legeł cemalî bebê řencî şan
newt û me’den û sirûdî nîştiman
her leber paye û text û nawdarî
eyandaye dest îngilîz hawkarî
ew hemû zêř û ałtun û zîwe
ke řojaway hîç kat neydîwe
boyan ebirdin her be dizîyewe
çunke hîç řencyan pêwe nedîwe
neyan’ezanî ew me’denane
hana û cergî baw û bapîrmane
yan leber ewe kewa kurdistan
qed azad nebê hîç neda wiçan
swênd xwaryan ekird le quřney cîhan
wekû êranLocation û turk û pakistanLocation
lejêr serkirdey engaw îsti’mar
pêçewaney gel eyansûřand kar
bełam amancî pîsyan neçuwe ser
biray ’erb û kurdî be cewher
piştî yekyan girt kirdinyane der
xoyan azad kird, wekû şêrî neř
ewanîş wek seg be berd û pilar
’îbret û ne’let kiran le naw şar
eweye dway zordarî bedxû
wek em segane řojyan dête řû
ke nema zułmyan wek řojî pêşû
dewrî zordarî taze beser çû
emřo ke řojî mafe û azadî
ba gişt dest bigrîn be xoşî û şadî