çaweřwanim

From the Book:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
By:
Osman Ozeri (1936-1966)
 1 minutes  584 views
çende çaweřwanî leylim
ke řuxsarî bibînmewe
ta sukna bê diłey keylim
peymanî kon bijênmewe
***
ta ew çawey çaweřwan bû
bibînê çarey şîrînî
ya ew řoḧey ke řewan bû
bijêtewe be bînînî
***
ya ew giřey naw derûnim
bibête şemałî beyan
ta fênk bê sîy meftûnim
ahêkî bêgyan bo jyan
***
bełam zor wa xeyałim kird
hîçyanî bo nehate dî
ehate řêm çełeme û gird
ekewtime naw teymanî zî
***
herwehaş awatim her ma
çaweřwanî yek bînînim
bo felek kewtûme sema
ta mawem batê bitbînim
***
eger hezar kosp le řê bê
min her betemay awatim
hezar zordarîş bête řê
inca baştir betematim
***
çunke min le newey kurdim
wek kurd kołdanim bo nîye
ger bête řêm hezar mirdin
inca ełêm ewe çîye?