wey ke řûzerdî medîne û řûsyahî mekke xom

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  2958 views
wey ke řûzerdî medîne û řûsyahî mekke xom!
derkiraw û derbeder, ya řeb dexîlî ’efwî tom
defterî e’malî min, bê qetreyêkî řeḧmetit,
key be sed zemzem syahî nuqteyêkî lê deşom?!
ke’be îşraqî wekû xurşîde, min çawim ze’îf
lêm buwe řoşin ke bu’dî qurbe, qurbî bu’de bom!
bo cîwarî ḧeq le her cê sîdqî nîyet kafîye
min le beytułła înşełła «bi’ezin alilّhArabic» deřom
lêm ḧerame dane û awî ḧemamatî ḧerem
min ke bazî dîde bazim nek şewarey destemom
ta bekey wek řawîye û, wek sanîyey sê pel şikaw
bêtewaf û se’î û ’emre her bixewm û, her bixom!
min lewanem çî ke wa ehlî wesîle û mes’elen
’amîl û naçar û me’zûr er biłên her bêne bom!
xewfî min lêre leber zorî gunahe yek be sed
gerçî ’asîy û muznîbim emma muqîřiř û bêdrom
şadmanî bêwefaye, yarî têrî û mestîye
yarî tenganem ẍeme ba her ẍemî xom xom bixom
lamede nalîPen name le enbarî cîrayey sałḧan
gerçî bibye xoşeçînî daneyî xermanî řom