ey xuda çî bikem le destî nefsî emmarey le’îm

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 2 minutes  576 views
ey xuda çî bikem le destî nefsî emmarey le’îm
îtfaqî wa legeł şeytanî mel’ûnî řecîm
padşah û des dirêje noker û bendey ewîm
řebî řizgarim bikey gîrodey çerxî denîm
ciłewî nefsim le destim senduwe şeytanî şom
wa leser kendał xerîkim nazanim bo kwê eřom
kê delîlim bê le şax û dax û herd û kend û com
ey xwa bim xeyte ser řêgey sîřatelimisteqîm
çen ekem se’î be destim nakewî nanî ḧełał
ewende min hewłedem bo şexsêkî ’alîm le ḧał
çen ekem des nakewê hawřêyekî xawen kemał
tarîkî zułim gunahe wa le dunyada ’emîm
giştî mecbûrî tema’e řoj û şew xwardin û xaw
hemûy be yek da esûřê zor şipirze û tengetaw
nageřêtewe ebed le pîs û pak û ya giław
her be şertê des kewê çêşî be řon nanî genîm
peyřewî xasanî xwa ke çît ewê le fikirî ’am
her kesê mes’ûlî nefsî xoyetî řojî qyam
to be řastî řû bike ser sunnetî xîral’enamArabic
bełkû şafî’ bê lebo to şafî’î zumrey esîm
besye îtir ḧîrsî dunya em xewey to ta keye
ew şitey sûdî bibê her kirdewey bo çakeye
sed hezaran hat û řoy xakîş her ew xakeye
newbetî toyş wa beřêwe da menîşe dił muqîm
xot muheya ke eřoy bo axîret yekcarîye
keyf û şadî û hełpeřînit nîşaney bê ’arîye
’aqîbet řût û qelender her beşt ẍem xwarîye
zor bitirse lew sizayey dozex û narî ceḧîm
gerçî îmřo hodeket piř firoşe mafûrî ’ecem
ya giłopî kehřeba řûnak eka ḧewşe û ḧerem
kursî û mêzit beranber cêgey xoş û nerim
be serit qesem le pêşe awî ẍusaqulḧemîm
çawekanit hełbiře ey mał wêranî bê xeber
seyrî tepłokey cîhan ke xak û xołî řehguzer
kullî gerdêkî hewînî padşahî tacewer
tozê tirist bê le xizmet zatî ’ezîzelḧekîm
lutfîPen name bo xot ẍem bixo zorî nema řojî ecel
te’qîbî çake bike meşẍûł be be xeyrel’emel
cahîl û bê ’eqłe her kes esîrî tûlel’emel
rib anqizna bifzilk ḧibza al’ifu al’imîmArabic