deba şîwen kem bo řojî pêşû

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  349 views
deba şîwen kem bo řojî pêşû
dax û nedamet xoşî ledes çû
bê bak û bê hoş be řoj û be şew
wekû ḧeywanat xerîk xurd û xew
carê bo geřan carê bo seyran
her dem be corê řam ebward jyan
temenî cwanî her wek behare
leber keyf û zewq wek xew dyare
le nakaw zanîm ke çûme ew ser
semey nebû hey xakim beser
taze çû ledes temenî cwanî
bom mawetewe her mał wêranî
pîr û kenefim bê cê û derbeder
’umirim beser çû baxim bê semer
berhemim nebû le darî dunya
řojgarim çuwand be kirdey heba
deba her şîn kem bo peşîmanî
bo kirdewey bed le dunyay fanî
îmřo řoj be řoj le xom bêzarim
wek darî bê aw her řû le xwarim
lutfîPen name bareket yekcar girane
her řojê çen derd lelat mîwane