deba binałim le xaney xełwet

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  318 views
deba binałim le xaney xełwet
esîrim lejêr barxaney negbet
layê nexoş û řûtî û řecałî
layê xefetî perêşan ḧałî
xeste û řezîlim le xaney wêran
gîrodey daw û azarî zeman
bêzim lê eken qewm û xwêşanim
çunke zwîr û ḧał perêşanim
bûme be ’îbret le dunyay řoşin
xoy lêm la eda çi dost çi dujmin
pîrî û hejarî nebûnî yekcar
gişt girtûyane çwar dewr û kinar
her yek be corê pêm eda ’ezab
qirçey cergim dê her wekû kebab
řojî çen beła berokim degrê
leẍeyrî xuda řû binêm le kê
nałey derûnim bêzarî kirdûm
le dax em jîne û ’umrî řaburdûm
ke hawar ebem min bo her layê
hîç sûdî nîye be karim nayyê
binałe lutfîPen name letaw derdî merg
řû ke baregay xudayî buzurg