diłe to da’îm boç wa ẍembarî

dił piř le awat
From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 2 minutes  361 views
diłe to da’îm boç wa ẍembarî
piř êş û azar zor bê qerarî
diłe bo da’îm ẍem mîwante
barî derd û ẍem leser şante
diłe bo da’îm çaw le giryanî
da’îm zwîr û ḧał perêşanî
diłe bo da’îm ser lê şêwawî
wek teyrî zamar waşe lê dawî
diłe boç ewen mat û zebûnî
wek darî ser yał da’îm her tûnî
diłe nazanî dunya fanîye
herçî ke řoyî hatnewey nîye
diłe nazanî dunya betałe
piř weswese û ẍem wehim û xeyałe
diłe nazanî hezaran wek tû
le beḧrî ẍemda hemûy nuqim bû
diłe nazanî hawřêy to zore
dûçarî derdin hemû bem core
diłe nazanî seyrî dunya ke
seyrî mîḧnet û derd û beła ke
yekê řezîlî jêr destî nebûn
yekê tenge taw leser dunyay dûn
yekê bê deste, yekê bê paye
yek ẍerqî beḧrî nî’metî xwaye
yekê bê çawe, yekê bê małe
yekê îşî wek dûkan beqałe
yekê bê derpê, yek bê kewaye
yekê gyanî xoy lela bełaye
yekê bê pare, yek bê kirase
yekê ’aqłe, yekê kesase
yekê kewtuwe le dûrî wiłat
ḧałî perêşan dił piř le awat
hetakû biłêm qet tewaw nabê
teqdîr wehaye her ebê wa bê
lutfîPen name em şî’re bo pyawî hîlak
lêt wer nagrê seranser be xak