řołe gwê bigre bizan çî ełêm

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 2 minutes  357 views
řołe gwê bigre bizan çî ełêm
’umrî řaburdû çend derdî dapêm
eweł mindał bûm bê dak gewre bûm
lay hîç kes nebû xoşewîstî řûm
ke bûm be ḧewt sał namyane xwêndin
da’îm řût û qût naw dost û dujmin
řeng zerd û peşêw, kiz û xefetbar
bê naz û nî’met dûr le kes û kar
dił piř le elem derûn piř le jan
be her ḧałê bû řambiward jyan
êsta wa leser asogey mergim
wesyet ekem bot to xuda cergim
le dway min bijîn be jyanî pak
diłî kes meken zwîr û ẍemnak
kes ’aciz meken leser řûy dinya
her be necabet dostitan zyad eka
le gwêrey taqet kerem kirdar bin
ba lenaw xełkî hemîşe dyar bin
řû xoş bin legeł hemû musłiman
řûy geş nîşane bo ehlî îman
heta etwanin řû le xuda ken
be řoj û be şew zîkirî mewla ken
her kes kem dîn bê řołe bizane
le herdû dunya barî girane
řezîlî pîse qet mebin řezîl
meyke be pîşe ta nebî zelîl
ser şoře ewey kirdarî wa bê
řû zerde bo hîç fermanî nabê
lutfîPen name to ẍemî xot bixo hejar
ke wa gîrodey bedawî řojgar