gwêm lê řagre kakî bazirgan

kakî bazirgan
From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  425 views
gwêm lê řagre kakî bazirgan
řojêkit heye biçête meydan
řojêkit heye le meydanî xwa
kirde û kirdewet ebê aşkira
řojêkit heye wek ney elerzî
bê su’al ekirê beqed yek derzî
řojêkit heye le meydanî ḧeq
melek ḧazirin be gurz û metreq
bes xot řû zerd ke bo tema’ dunya
giştî cê mênê eřwa be heba
beyan ta êwar leser dûkanî
eḧwałî ’alem çake bizanî
çen afretê dên řoj heta êwar
ger xełkî ladê û eger xełkî şar
bê îznî merdî û bebê xeberî
legeł cenabit bote muşterî
qołî ebřî be sûk û asan
řewaney ekey be şîrîn zuban
bo agat nîye le řojî ḧîsab
xalîq epirsê le ’eyb û ’îtab
her dem wirya be le mekirî şeytan
le řêt la neda, nebî mał wêran
le kirdey xirap dûr be û agedar
dwayê lepaşan ebî şermezar
lutfîPen name nesîḧet leser řeqî berd
hîç te’sîr naka lenaw diłî serd