ey dił nazanim to boç damawî

aşufte ḧałî
From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  325 views
ey dił nazanim to boç damawî
bo şikestey ḧał boç peşokawî
řeng zerd û lawaz wek darî xezan
beser yałewe gełay hełweran
bê liq bê çiro bê saye û sêber
be dem derdewe wêł û derbeder
tawê ḧeyranî derdî derûnim
tawê bê karî û řûtî û nebûnim
ga derdî pîrî ga ẍemî dunya
le her çwar lawe şaławî hêna
nexoşî û pîrî bê ḧukmî çawan
nirke û nałey sext şew heta beyan
em dîw û ew dîw be dem derdewe
be nałey ḧezîn ahî serdewe
leser seferim zorim nemawe
peřey jyanim wa be dem bawe
bo meydanî xwa be destî xałî
her dû la ’ezab aşufte ḧałî
lutfîPen name binałe xak beserda ke
pen be dergay ẍewsî beẍda ke