ey dił heta key ḧepsî le xełwet

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  322 views
ey dił heta key ḧepsî le xełwet
ta key le jêr bar nebûnî û negbet
le eweł ’umir her ẍemxiwarî bû
nebûnî û nexoş derdedarî bû
da’îm esîrî derdî bê dewa
derd le banî derd ehat be serda
ya nexoşî xom ya minał ya jin
kêşey dunyayî cerg û dił kun kun
leber des kurtî û hem axir şeřî
segî ka’înat gişt be min weřî
be toy bergî şiř henasem sware
êş û derd û ẍem le diłda bare
ne be řoj xwardin, ne xewtin be şew
her tekan edem be dewanî dew
xuda ba bes bê kirasî negbet
le berman bikey kewayî ’îzet
tawê be şadî le dunya bijîn
dûr bîn le cewr û pejare û girîn
lecyatî meynet şadî peyda bê
ẍem bo yekcarî řû le fena bê
lutfîPen name bo çîte zorit nemawe
wek pûşî ser yał way bedem bawe