ew sîlsîle wa mîşgî xeta nêwî birawe

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  2054 views
ew sîlsîle wa mîşgî xeta nêwî birawe,
piřpêç û şiken, xem be xem û, ḧełqe kirawe,
lewlawêke lewlawe be em lawe kişawe,
ya yasemenî xawe be řûy řojda řijawe?!
ya dûkełî cestey mine bew şem’e sûtawe,
ya hewrî syatawe ke manî’ le hetawe?!
dawêke le řûy daneyî xałit tenrawe
zincîre le pêy ma’îlî ew řûte nirawe
hey hey! ẍełetim gut. eme zułmet, ewe awe
bew zułmete, bew awe, ḧeyatim ẍełetawe
diłtînuwe, sûtawe, be bê taqet û tawe
řêgem beserawe, ke deçim řêm besrawe
ew şerbete, ew came şerawe lebî nawe
bo nalîPen nameye axir ke xuda bo ewî dawe