derûnim piř xem henasem sware

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  363 views
derûnim piř xem henasem sware
dost û eḧbabim le min bêzare
ejnom elerzê cergim biřawe
yek zeře hêz û twanam nemawe
her katê zanît qulab le cergim
ekewête kar bo ḧałî mergim
erz û asman ebin be destar
min le mabeynî bo xom sed hawar
ke ḧałî nez’im hate kotayî
serçawim egrê tewaw lêłayî
ger lew kateda be qisem ka zuban
dengî hawarim egate asman
çwar pelim eşkê ekewm bê ḧał
dexîl be dergat da nawî zulcelal
hîç pare naka giryan û nałîn
ême hemûman bo mirdin ejîn
bo xom binałim hey xakim beser
bê pişt û pena bê saye û sêber
be ẍefłet řoyî ’umrî řabirdûm
taze bêdarim le kirdewey şûm
lutfîPen name zarî ke hey xane wêran
pênc û dû řojê ke mawe jyan