her çen seyr ekem le wezi’ û ḧałim

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  454 views
her çen seyr ekem le wezi’ û ḧałim
be des derdewe wek ney enałim
ten lar û lawaz bê ḧukme çawim
bê hêz, bê taqet zerd hełgeřawim
temenim ewa řet bû le penca
yek řojî bê ẍem nebûm le dunya
ya derdedarî ya ẍemî nebûn
henasey serdim egate gerdûn
ey xuda dexîl bişnewe nałem
to řeḧmê bike bem jîne tałem
wekû bulbulî gîrodey qefes
dił û derûnim buwe be qeqnes
da’îm wek ferhad nałîne karim
lem jîne tałe pest û bêzarim
řoj û şew xefet lecyatî şadî
dûr bûm le xoşî bezmî guşadî
şipirze û mandûy jêr barî giran
lutfîPen name şekway ḧał bes bike beyan