dax ledes ehlî em dewr û çerxe

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  303 views
dax ledes ehlî em dewr û çerxe
ke pyawî hoşmend îmro bê nirxe
însanî řastigo îmro bedḧałe
xew û xorakî wek zehrî tałe
fêł û des biřîn diro û çaw û řaw
perey senduwe îmroke tewaw
ehlî em ’esre zorî bê bare
katî tengane her wek eẍyare
ke îşî pêt bû ebête birat
řojî sed keřet dête xak û pat
be zimanî lûs qisey zor şîrîn
berew pîrit dêt dem be pêkenîn
takû îşekey be encam egat
îtir napirsê û řû nakate lat
zor kes ebînî le însanî wa
dûre le çake û le kirdey řewa
dûre le feził û exlaq û huner
wek darî bê ber, bê mîwe û semer
em core kese bê řêz û qedirin
mubtelay xemin hetakû demirin
lutfîPen name her řastî řêgey necate
bo dunya û ’uqba pişt û penaye