sînem piř le ẍem çaw piř le awe

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  355 views
sînem piř le ẍem çaw piř le awe
her min gîrodem be des beławe
ledway penca sał ’umrî řabward
êsta bo tema’ zyatir benawe
kewtote gêjî naw beḧrî ḧîrs
melewan eka lenaw quřawe
çawî dawete zînetî dunya
řojî mirdinî be pişt gwê dawe
řojê sed def’e demarî cergî
ba eda gerdûn hêşta her xawe
ḧeyran û medhoş lem cîhane
natirs řû řeş ebê lew lawe
egate serî çingî lê edat
wek qel talîbî cîfey xwênawe
boç wa hîlakî hejarî nezan
ewey ke hete bizan cêmawe
lutfîPen name bes biłêy witin bê sûde
pişt le dunya ke řû le xudawe