ewende geřam leser řûy cîhan

medḧî ’eşîretî şwan
From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 2 minutes  525 views
ewende geřam leser řûy cîhan
dawwide û beyat çwar komey şêxan
zengene û cebarî hemewend tewaw
caf û gełbaxî gełałî û goran
pişder û mengûr hem deştî bitwên
şarezûr hemû hetakû bazyan
zor şwên geřawim min le kurdistan
nemdî xakêkî wek xakî şwan
awî sazgar, menaxî zor xoş
heway diłgîr bê bo danîştuwan
qełem le wesfî ḧeyran demênê
dek awedan bê beheştî kurdan
piř le enwa’î mîwe û mîwecat
erazî bê ’eyb cêgey diẍił û dan
her wek beheşt serçawey baxî
mêrg û wenewşe nêrgiz û řeyḧan
zorbey dêhatî hemûy çemawe
zer’at û mîwe dar û daristan
mer’ay yek taye bo meř û małat
çem û awî zor wek baxî cînan
łegeł segerme ’edawet eken
beranberêtî çyay xałxałan
kařûş û biniçk zel û zenekaw
emende zore nîye ḧîsabyan
jinyan wek ḧorî çaw geş û řû xoş
pyawyan bê ’eybe her wekû sułtan
sexî û dił guşad be hemû demê
hîç wextî xefet nîye lelayan
hezar bar mîḧnet eger barit bêy
řojê lelayan bibîte mîwan
be suḧbetî xoş nuktey zor letîf
dête pêkenîn le xoşî ewan
ẍemî zemanet lela namênê
ke meclîs egirin we’dey êwaran
îxtyarekanyan gişt ko ebnewe
bo qawe xwardin lelay dîwexan
be gałte û suḧbet qise legeł yek
basî yektirî cinêw be yek dan
kesê gwêy lê bê ba zor ẍembar bê
ekewête ser maceray ewan
sexî û dił fereḧ le hemû wextê
eger nebêtîş le naw małyan nan
çaw têr, dił řûnak, le hemû cêge
be taybet le gişt dêy «alî beyan»
netirs û aza le meydanî ceng
wextê bêne des wek şêrî heycan
min řicam waye le xizmet barî
da’îm meḧfûz bin le bełay cîhan
dûr bin le ẍem û derd û musîbet
bijîn bextewer şad û kameran
lutfîPen name ger řaste qisekanî to
bo çî be cêt hêşt řat kird le nawyan