çen sałe emin wek bulbulî baẍ

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  338 views
çen sałe emin wek bulbulî baẍ
esîrim lebeyn qel û bûm û zaẍ
gîrodey dawî em çerxe pîrem
hemîşe diłim piř le derd û daẍ
çen xoşe têkeł em dunya nebî
zû biřoy tya derçî bê wicaẍ
qet řojê nebû kemê şaduman
yek leḧze diłim le ẍem bê feraẍ
řojê embînî gêj û kiz û mat
řojêkîş geşim be şewq û demaẍ
řojê cestekem her wek połaye
řojêkîş nexoş le ser cê nasaẍ
lutfîPen name bes biłê le cewrî řojgar
hezar wek to çû bê ser û soraẍ