were ser basî dułemendî şiř

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  396 views
were ser basî dułemendî şiř
dergay ḧesarî kilîl dawe xiř
nawêrê ẍerîb we ya řêbwarî
řû kate małî leber segî diř
serû pê petî be řoj û be şew
be twêy kiras û derpêykî şiř
her çendey hebê qet řazî nabê
’erd xoy tewaw kird kewte çirge û xiř
ke bête basî yek dirhem tema’
eykate gałte û çeqe û mişt û miř
ger be diłî nebê qisey hejarî
tawî lê eda nakaw kutupiř
ełêy ey kabra hełse lem nawe
biřo řêgey xot zû be kip û kiř
bo xot danîşe bê hoşî nefam
min key hawřêy tûm latî gêjî wiř
lutfîPen name be êşe derdî derûnit
bo xot binałe herdem ser û miř