wa xeyałim swarî espî ser řeqî bed ẍar eka

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  364 views
wa xeyałim swarî espî ser řeqî bed ẍar eka
řû le şax û deşt û kêw û çom û berd û dar eka
lafî zil zil lê edat û her wekû aẍayî řût
hîç le małîda nîye û daway supa û salar eka
ḧakîmî ḧukme leser text û taracî negbetî serbexo
ke çî îd’ayî text û qesrî zeř nîgar eka
tîẍî negbet bałî pel dawe fiřêy dawe le dûr
bê xeber le ḧałî xoy daway sema û teyar eka
barî bê ’eqłî girane wa lejêrya nûç eda
gerçî lew ḧałeyşe hêşta îd’ay ser bar eka
řût û bê berg û kirase, ser betał û pê petî
me’meley yaqût û duř û sengî gewherbar eka
besye lutfîPen name zeḧmete bot nagîrê nefsî bedit
sed hezaranî wekû to piř cefa hawar eka