řêm kewte dêye řojê le řojan

dêyekî zor xoş, le seferêkda bo nawçey qeredax
From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 4 minutes  471 views
řêm kewte dêye řojê le řojan
dêyekî zor xoş dar û daristan
hîç kes neydîwe cêgey wa diłgîr
şaxî berz û sewz bêwêne û nezîr
çem û baxî zor kanî û kanî aw
heta seyrî key qet têr nabê çaw
awazî bulbul xuřey awî şax
be bê çend û çûn têr eka demax
lam da be nyazî tozê aw bixom
emcar řêy bigirim lebo xom biřom
temenim ḧevde hejde sałane
cwan bała berz řêk û lawane
cil û bergî çak şêxane destûr
le dû şewqeda her wekû bilûr
qunderey bîlad keway cermanim
’ebay çoẍey řeş wa leser şanim
şanî surmedar destûrî musił
le dûr dyare her wek topî guł
demançey ḧewtîr xencerî deban
se’at û zincîr destûrî kirman
swarim leser pişt espî wek ẍezal
penahim her toy danay zulcelal
çwar pelî sipî naw çewanî qeş
wek askey miberî eřwa be bê ẍeş
ser zîn awrêşim gułeng û secaẍ
řeşme û liẍaw řêk ser kele û çenaẍ
le lay xom waye le jêr asmana
kes nîye wek xom le řûy cîhana
be her ḧałê bû řêm birde małê
daway awim kird be her eḧwałê
dîtim nazdarê le mał hate der
řûy şu’ley eda wek mangî enwer
bałay wek nemam çemî şeqławe
heta seyr key ’eybî nemawe
des hełbijêrî yezdidanî take
sed maşa’elle çende bê bake
leşî swênd exoy yek parçe zîwe
be tûlî ’umir hî wam nedîwe
řeng sûr û sipî tewaw xemławe
ełêy şîrîne û le ełwen mawe
dû şa zulfî şoř more le xene
dem dûr bê yaqût be gewher bene
textî naw çewan çwar pence pane
ebroy swênd exoy her wek kewane
çaw wek gelawêj hełdênê be naz
řoḧî mirdokan dênête perwaz
pûşîn surmedar qezaz kirawe
mişkî gułengî lê heł besrawe
bew lence û lare awî bo hênam
ne xeyałî aw ne fîkirî dunyam
ma her seyr bikem bê qise û bê bas
leser pişt wiłax wekû gêj û kas
awî řagîr kird dił bê xebere
kewtime gêj û lûl şîn û mesxere
ewca pêy witim ey biray řêbwar
boç wa peşêwî ’aciz û ẍembar
witim ey nazdar ẍemî zemane
le lay min nebû le hîç dewrane
ta geyme êre hîç bełam nebû
geştime êre ’eqiłim ledes çû
nazanim çîye boç wam beser hat
dûçarî derd bûm nîye řêy necat
witî ey mîwan dabeze tawê
dunya zor germe teklîfî nawê
pişûyê bide tawê le laman
danîşe be dił leser dû çawan
em ca dabezîm cêgey bo danam
kewte gifit û go be şîrîn kelam
ta katî ’esir zor be keyf û şad
ẍemî zemanem edaye ber bad
naçar swar bûm řû le řêgey xom
ẍemî sed sałe geřayewe bom
witî ey cwan destim be daman
ebê carê tir to bêy bo laman
witim min çî bikem behanem nîye
êre zor dûre hatuço nîye
witî çen meřê ya dû pîre ga
binêre êre ba leweř bixiwa
emca her hefte byanût ebê
bew wasîtewe hatuçût ebê
heta basî kem derdim girane
bîrî lê bikem çaw le giryane
her wekû mecnûn řûm kirde herde
emda beserda wek bira merde
řoj û şew le dax ta mawey yek sał
le daxa da’îm ser xoş û ’ebdał
çen bête yadim henasey gerdûn
gerdelûl eka bo çerxî gerdûn
aramim nema her wekû ferhad
şew û řoj pîşem her dad û firyad
lutfîPen name ba bes bê kulanewey birîn
derdit girane biřêje esrîn