çîye îmřo diłî min wa le řaw û keyf û seyrane

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 2 minutes  529 views
çîye îmřo diłî min wa le řaw û keyf û seyrane
geřîdey şax û deşt û der le damênî çyakane
be fîkirî ’arzî hênaye ber çawî wêney dulber
gehê le keyf û şadîda gehê le şîn û giryane
be xeyałî heba û ’eqłî kem famî wehay dana
mîsalî şem’e řuxsarî be xoy teşbîhî perwane
ełêm ey bê ’eqił to çî û xerîkî çî û le çî mawî
were waz bêne lem fîkire ke axîret peşîmane
nebû hergîz ke sabît bê leser hîç şitê ta ser
be wêney çerxî gerdûne bedes nefsewe ḧeyrane
çawî to her wekû řawçî tîrendaz bê bo her layê
be dûy ew tîreda eřoy boye wa ḧałit perêşane
gehê dênête ber çawî xeyałî wêney şîrîn
gehê sakin le xełwetda xeyał neqşî xałane
be destî xoy nîye bulbul ke tirsabê le berdî xełk
ke nayê û nizîkî nabê hemûy tirsî řeqîbane
le nizîk û le dûr eyłê çi ezanê le ’eşqî bar
ke zîkirî ser zubanîtî gułêkî min le baẍane
ke řojê řê kewê îş ełêy kê heye her min hem
ke birsî bî ełêy yařeb emin çî bikem le birsane
bese lutfîPen name ewa pîr bûy xeyałî hîçî dunyayî
were te’qîbî řêgey řast guzerke lem xeyałane