wa xeyał û ’eqił û hoşim řaste řêy win kirduwe

herwekû laley beharan
From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  383 views
wa xeyał û ’eqił û hoşim řaste řêy win kirduwe
herwekû kirmî suleyman cergimî kun kirduwe
xwên le binyadim nemawe sîs û jakawim emin
hełgîrawe xwardin û xew eşkimî řûn kirduwe
her wekû laley beharan da’îmen neş’em hebû
fîrqetî yarî wefadarim minî dûn kirduwe
cerdeyî zulfî ke hat taracî diłmî wa řifand
ew supa û salare êmey tûşî gerdûn kirduwe
ey řefêqan wa mezanin nałînim bê ḧîkmete
tîrî ebroye ke cerg û nawî piř xûn kirduwe
le xewî ẍefłet be da’îm şikłî ew nazdare xo
dête ber çawim leboye minî mecnûn kirduwe
her wekû darî le payîz lutfîPen name wa bê zînetî
yadî sîweyl hat û lêda minî zebûn kirduwe