gyane nemawim dîdem nemawim

tîmar ke derdim
From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  319 views
gyane nemawim dîdem nemawim
wek bira kujraw ciger birjawim
le dûrî toye ey çehre perî
bê sebir û qerar bê xurd û xawim
le ḧesret bałat her wekû mecnûn
be şêtî mecnûn derçuwe nawim
wek darî xezan wişkim be pawe
şewq û zewqim çû şeng lê biřawim
bikewe firyam ser xêłî nazdar
tîmar ke derdim hetakû mawim
pencey xwênawît sûre be xwênim
esîr û pabend dû zulfî xawim
agirî dûrî to agirî tê berdam
serapa cestem wek yek sûtawim
çaw wek gelawêj hełdênê be naz
be yek temaşa pořî xurawim
serxêłî nazdar ahûy mişkîn naf
min bo girtinit legeł cêmawim
emca be řûy řût diłim řûnak ke
derdim derman ke şêt û şêwawim
lutfîPen name to taze çît le diłdarî
minîş nazanim boç xerîk mawim