emşew le xewda yarî şîrînim

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  802 views
emşew le xewda yarî şîrînim
hatbû bo lam gyanî dêrînim
sibeynê hełsam kes nîye û dyar
wamzanî řaste û xew nîye bînim
boye wa mat û peşêwu sersam
xerîkî ahî serd û girînim
tozê sakin bû birînî derdim
tazey kirdewe zam û birînim
leserda wa dê sîław eşkim
gyane were seyr eşkî xwênînim
be řoj û be şew her wekû ferhad
neqiş û nîgarî bałay şîrînim
da’îm le şîn û giryanim emin
melûl û matem xeste û ẍemgînim
diłe tabekey to her be temay
le dessitî to çû bizan yeqînim
lutfîPen name em fîkire le dił derkeder
bes wekû ferhad biłêy şîrînim