were yarî xunçe dem ey cwanî şîrîn qedem

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  396 views
were yarî xunçe dem, ey cwanî şîrîn qedem
dił enałê, hemû dem, le pênawit řûḧ edem
řûḧ ekem be qurbanit, bo zûłfî lûlî cwanit
destî min û damanit, tîmar ke derd û zedem
tîmarke derdî derûn, cerg û diłim bû be xûn
kewtûme kiz û zebûn, to şazade û min xedem
tû wek şazadey çînî, qamet şeng û şîrînî
deway zam û birînî, řûnakî her dû dîdem
dił piř derd û azarim, wek ferhadî hejarim
bê xewn û bê qerarim, le meẍrîb ta subḧidem
řoj û şewm cefaye, le dûrî ew leylaye
gerçî zor bê wefaye, lêm nedî ẍeyrî nedem
lutfîPen name ta key xembarî, herdem le şîn û zarî
le gyanî xot bêzarî, wêłî seḧrayî ’edem