zemanêke ełêm yařeb beder xey şoxî cananim

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  472 views
zemanêke ełêm yařeb beder xey şoxî cananim
ke bêt û derkewê bo min hîlalî cejnî qurbanim
řicam waye emin xalîq lebo dermanî derdî dił
ḧekîmî xazqî xom bê bika dermanî derdanim
be şimşêrî dû ebroy xoy řijandî xwênî cerg û dił
be cerdey perçem û zułfî emin wa xane wêranim
le tarîkî şewî zułfî le destim çû xezîney hoş
be çerxî řûmetî ałî esîrî çerxî dewranim
sureyay gerdinî ew bû çiray diłmî ke wa kiz kird
tirîşqey tîrî cadûy bû ke xaney sebrî řûxanim
ke estêrey řuxt win bû bizir bû lêm emû řêge
be necmî řûmetî ew bû delîlî řêy byabanim
be ẍemze pêy witim lutfîPen name, bese takey cefay bê sûd
cewabî ye’sî da destim ke wa firmêske baranim