tegbîr ken řefêqanim wam le gêjî deryada

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  314 views
tegbîr ken řefêqanim wam le gêjî deryada
dengî nałe û giryanim wa le ewcî semada
perçem û egrîcey lêy biřîm sebir û qerar
dił esûtê çeşnî nar ’umrekem be hebada
řeḧmê bike tebîbim gwê medere řeqîbim
wa bê kis û ẍerîbim sirûrim be cefada
askey xotenî çînî nadrî řûy zemînî
le emsał bê qerînî diłey min le sizada
emsałî tû şîrîn bû ferhadîş le girîn bû
saknî bêstûn bû řû le kêw û çyada
dêwane bûm le daxa řûm da be deşt û şaxa
letaw ew guł wibaxa kirdewey min bebada
çende mecbûre bilbul lebo heł mijînî guł
perwane lewesuł řoḧî xoy be çira da
bo ew şoxe nazdare cerg û dił piř fîgare
her dem le girye û zare be dawî zuleyxada
lutfîPen name çîye em ḧałe em ẍeme em xeyałe
temennake meḧałe ḧeyatit be fenada