xuda penam dey le şeř û beła

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  306 views
xuda penam dey le şeř û beła
dûçarim nekey wek şay kerbela
dewranê gelê sexłet û tûşe
řeḧmê be ḧałim nemkey mubtela
***
em ’umre hemûy xem û bêzarî
řoj û şew piře le gyane harî
xoşî û şadî gelê kem buwe
le hemû lawe meynet û zarî
***
ew ẍederey ke wa dekirê emřo
xełkî xistuwete naw şîn û řořo
řû le kwê dekey şîn û fîẍane
herwek dewranî řom û holako
***
herçen hewł edey nîye řûnakî
jyanî hemûy derd û xemnakî
şadî her nîye ne zor û ne kem
dewrêke piř le cewr û napakî
***
çen pyawî gewrey jîr û hoşyar
gîrodey cengî çerxî řojgar
kes lêy napirsê bo wa damawî
destew yexeye naw derd û azar
***
bigre û berdeye û herke û bo xoye
řû le kwê dekey her bawke řoye
herçî debînî dûçarî xeme
em xełke ẍerqî naw şîn û řoye
***
lutfîPen name to piştit beste bebarî
çunke lay ewe çare û tîmarî
pena ger hebê her penay ewe
dergay ew bigre eger hoşyarî