çendim awate eger se’atê

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 2 minutes  548 views
çendim awate eger se’atê
xuda le dunya şadîm bidatê
hîç faydey nîye da’îm le ẍemdam
da’îm bê hoş û sersam û şeydam
îmřoke gencim sibeynê pîrim
îmřoke aẍam sibey feqîrim
îmřo le weten sibey ẍerîbim
řezîl û nexoş muḧtac tebîbim
ebînim hendê tîr çêşt û te’am
bê xeber le çerx gerdûnî eyam
hendêkîş heye wa le zîndane
bê mał û bê kes ḧał perêşane
yekê le ẍurbet wa esîr mawe
mindałî wirdî lê becê mawe
yekêkî pîre eřwa be goçan
qamet çemêde dîde be giryan
yekê aware bê lane mawe
birsî û řeş û řût piştî şikawe
yekêkîş zelîl jêr destî załim
keyf le kwê bênim hawar be małim
toyş wekû ewan me’lûm beşerî
boç le ḧałî xot wa bê xeberî
senedit le lay xwawe hênawe
ke herwa bijî le řûy dunyawe
çon to emênî le mekirî xudat
lemane zyatir ke sizat bidat
gerçî to řojî gencêket şade
bo derdî pîrî xot ke amade
mełê behare dunya zor xoşe
hawîn le dwaye yekcar be coşe
mełêy min heme řutbey emîrî
beranberêtî derdî feqîrî
mełêy min îsta wicûdim saẍe
dwayî me’lûme dił piř le daẍe
guł û gułzarî behar zor xoşe
nêrgiz û řeyḧan lale û wenewşe
toz û bay hawîn legeł gerdelûl
wek pûş û pełaş hemûy eka lûl
lutfîPen name to bo xot xak beserda ke
řû bike le xwa û pişt le dunya ke