diłe to da’îm boç wa bê hoşî

kwa selaḧedîn
From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 2 minutes  306 views
diłe to da’îm boç wa bê hoşî
bo çî ’ewdałî boç tê ekoşî
bo çî řengeket da’îm wa zerde
bo çî derûnit wa piř le derde
bo çî şêwawî boç peşokawî
wek gułî bê aw hełbizirkawî
bo çî wêł bwîte le deşt û kosar
boç řojî řûnit bote şewî tar
bo çî bo tema’ wa her betawî
boç wa gêj û wêj şêt û şêwawî
boç seyrê nakey le erz û asman
boç fikirê nakey le kewn û mekan
boç ewen xerîk nî’metî dunyay
boç ewen muştaq bazařî fenay
boç ewen umêd semerî dunyay
boç ewen da’îm le řec û cefay
çawit hełbiře seyrî dunya ke
seyrî kirdewey zatî xuda ke
herçî ke heye le zor heta kem
giştî řa eka le bûn bo ’edem
herçî ko ekey bo becîmane
ḧesrete bo to małit wêrane
diłe seyrî ke asarî qedîm
lemew pêş şahan wizera û nedîm
kwa selaḧedîn xawen řutbe û şan
kwanê nadir şah kwanê kerîm xan
kwa esefendyar çî lêhat řustem
kwa efrasyab kwa sifrey ḧatem
kwanî keyxusrew kwanî keyqubad
kwa nałey mecnûn kwa sozî ferhad
kwa cêge û řêge kwa xan û manyan
kwanê xizmetkar kwa aş û nanyan
yek yek ecel be ber pałî dan
bo jêr em xake řewane kiran
ẍem û xefetî zoryan cêmawe
le her dû dunya małyan řûxawe
heta hejarî fîkirî xwat zore
leber ke kewa řeşe ya bore
nanit ger wişke û eger şorbaye
emeş çen řoje řû le fenaye
şukirî xuda ke be řoj û be şew
bo małî dunya meke şîn û kew
lutfîPen name řica ke hetakû mawî
çendî kirj ekirê etû her xawî