diłekem hênde guşade bezim û seyranî ewê

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  429 views
diłekem hênde guşade bezim û seyranî ewê
her wekû bulbul exwênê gułî baẍanî ewê
çawekanî heł hênawe seyrî lay jûrû eka
piř bedem hawar ekat û keyfî kurdanî ewê
lawî kurdanim be carê řû be řûy xa’înanin
ḧazir û amade westan beske fermanî ewê
min bizanim lawî kurdan her le jûrû takû xwar
gyan fîday kurdî zemane řojî meydanî ewê
take mêrêkî zemane her bijî şêrî weten
payedarbê ew emîre řeḧmî řeḧmanî ewê
řoj û şew wa tê koşawe bo îdarey mîlletî
peyřewî ’îlim û ḧeqîqet lutfî yezdanî ewê
lutfîPen name da’îm her hejar û beş biřaw û derbeder
sayeyî ḧukmî ’edałet luqmeyê nanî ewê