çawekanim wa dyare fîkirî giryanî heye

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  441 views
çawekanim wa dyare fîkirî giryanî heye
dił û cergim wa esûtê bonî buryanî heye
hewrî mîḧnet girmegirmî mułkî diłmî da’egirt
wa řijandotî be serma meylî tofanî heye
řoj û şew dengî ẍezeb dê wa leber ewcî sema
mîlletî kurdim ke îmřo şîn û giryanî heye
min lejêr barî syaset dił ḧezîn û piř leẍem
kakîşim zor bê demaxe keyfî seyranî heye
şîwenî sextim le pêşe řêgekem dûr û xeter
dił enałêy zor be soz azarî hîcranî heye
xom le xom ḧeyran emênim yek wicûd û sed mîzac
çaw le giryan dił ḧezîn û meylî nałanî heye
lutfîPen name bes wird be le teqdîrî ḧeq û zatî xuda
kullî ḧukmêkî bizane siřî nîhanî heye