hewrî mîḧnet zor be taw derjênê baranî ẍezeb

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  412 views
hewrî mîḧnet zor be taw derjênê baranî ẍezeb
kurdî mezłûmî hejar řojî řûnakî bote şeb
bê kes û bê şwên cêge mał wêran û derbeder
bo çî bem core zelîlî ey biray ’alî neseb
ḧałî kurd ger to epirsî îmro çone çawekem
wek minałêkî hetîwe bê kes û bê yar û eb
bê ewey em mîllete hîç curim û tawanî hebê
kuştin û girtin le her çwar lawe îmro bê sebeb
qewmekan tixiwa werin ba pêkewe şîwen bikeyn
agirî cergim biłêsey her wekû narî teḧeb
řoj le kel deçû ’ezîzim tîşkî dunyay girtû
bo çî tûş bem şêweye diłgîrî bê şewq û tereb
heste řojî hîmete xot gyan fîday em xake ke
nek wekû lutfî xerîkî şûhret û naw û leqeb