ey weten îmřo le daxt cergî xom buryan ekem

des girin gewre û biçûk
From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  367 views
ey weten îmřo le daxt cergî xom buryan ekem
bo kizî û şêwawî toye şîwen û giryan ekem
ey weten sergeşte û wêrane şar û dêt
min le daxî derdî tû wa řû leser kêwan ekem
ey weten îmro ke mat û kesas û bê desî
bête řojî xoy ser û małim hemû qurban ekem
ey weten derdimanî derd û zamî to yek girtine
desgirin gewre û biçûk hem badînî û soran ekem
ey weten dûçarî dawî destî bêganey elîm
bo necatit ḧazirim her dem be mał û gyan ekem
ey weten ’alem hemû xoş bexte îmro to nebê
boye her şew ta seḧer min nałe û feẍan ekem
ey weten her emrî bê lutfîPen name le xizmet ḧazre
bê guman řast û diruste wey beserçawan ekem