kurdistan şerte takû bimênim

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  360 views
kurdistan şerte takû bimênim
tazê barî tom nabê bîşkênim
hetakû mawim leser řûy dunya
derd û xemî to le dił der bênim
le yadim naçê ta řojî mergim
kizey cergim dê heta emênim
xak û xołekem aw dira be xwên
bew xwêne lale û nesrîn eřwênim
çen newcewanan xoyan bext kird
dek le dway ewan yaxwa nemênim
dexîlim dexîl ey lawî weten
bo kizî êwe dił piř le xwênim
yek parçe yek dił yek des yek ziman
minîş ległitan şerit û bełênim
hemû wek bira řawestîn yek sef
řûbeřûy dujmin xwênim biřjênim
lutfîPen name zelîle îmro qewmî kurd
kwa deway derdî xak be damênim