were kurde quř bipêwîn subiḧ û êwar

hêrşî ẍem
From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  448 views
were kurde quř bipêwîn subiḧ û êwar
kurdî şîwen be coş deyn ba binałîn piř bezar
hêrşî ẍem wa be carê deşt û dunyay daye ber
ha beła wek terze barê bo gelî kurdî hejar
zîřey mindał û jin wa le ewcî ḧewtemîn
zeřeyê řeḧim nema derheq minał û îxtyar
her çemê řûy tê ekey her kwêre şîwê bo pena
meytî kurde têya řizawe kewtuwe gişt be qetar
řû le her kes ger bikey bo řêgey řizgarî xot
lêt eda û etpêkê her wek marî çingî xwîn xwar
maweyekî zor dirêje kurde to wa řenc edey
wa bê beş bûy to le giştî daxekem bo kurdewar
lutfîPen name cergî gişt birîne awî çawî carîye
derûnim piř le ax û ẍem daxî diłme sed hezar