řû le kwê kem kakî kurdim derdî diłekem aşkar

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  480 views
řû le kwê kem kakî kurdim derdî diłekem aşkar
dił hemû katê esûtê her wekû tennûrî nar
çaw be aw û dił be ḧesret xwardinim zûxaw û xwên
seylî eşkim wa be xuř dê çeşnî baranî behar
seyr ekem zor pyawî dana xwardinî xwênî diłe
’aciz û zelîl le destî çerxî dewrî nalebar
her wekû şêran le bêşe řû le deşt û kêw eken
êste řût û gêj û birsî serkizî kołanî şar
be’ze însanê ebînim ẍedir û te’dat lê eken
dên be tekta řa’ebûrin laço kabra toy çi kar
her kesê wahat lelawe îmřo giştyan pê geyn
bûne begzade û efendî pêt ełên toy xizmekar
çen kesanêkî ebbinim tîreyan me’lum nîye
wek tirî îsta ewe dem sipî kurdî hejar
mîlletî kurdî xoxor bo yektirî nabîn be hîç
pîşeman her bo tema’e řoj û şew wek segî har
ey xudaye tabekey em pestîye bo min debê
lutfîPen name to ḧeqit çîye danîşe bo xot derkinar