mûy řuxsar sipî ’umirim tewawe

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  335 views
mûy řuxsar sipî ’umirim tewawe
çawan kem bîna piştim çemawe
ejno elerzê hêzîş nemawe
xaney şadîş yekser řûxawe
deba şîwen kem hetakû mawim
xwên wek řoxane biřwa le çawim
řefêqim řoyşit min becê mawim
aya çi dawêk bom danrawe
barî gunahim le xom kirdiwe bar
nałey derûnim wek hewrî behar
bê aga le çerx gerdûnî řojgar
nazanim çî bikem çîm lê qewmawe
le taw tema’ û ḧîrsî dunyay řûn
qet řazî nabê be bûn û nebûn
bê xeber mawim le kirdey gerdûn
sînem bo hedef be des beławe
yekcar nizîke hengawî mergim
qulabî ecel serkate cergim
kifin bała poş bibête bergim
’umrîş le ḧefta eřwa bew lawe
xuda qetreyî le beḧrî řeḧmet
be şerafetî şefî’î umet
bibarête ser bendey bê qîmet
bełkû der baz bim lenaw quřawe
emca to lutfîPen name řû le xuda ke
terkî ’înwan nefsî û hewa ke
’umir serf ke le kirdey çake
umêd qaym ke be řeḧmî xwawe