boç şîwen nekem kake fewtawim

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  299 views
boç şîwen nekem kake fewtawim
le beḧrî xefet wa ẍerq mawim
her le pencey pê ta herdû çawim
bê pişt û pena le quř da mawim
le ber bê ’eqłî leser řûy dunya
le katî gencîm wekû cwane ga
her hewłim ehat le deşt û çya
hełmyan sand be şeq le şîrîn xawim
çawim hełbiřî her xom mał wêran
fikirim kird le beyn erz û asman
xawenî heye em kewn û mekan
tarîkî hêna naye ser çawim
taze dête hoş diłey piř derdim
hîç pare naka henasey serdim
řû řeşî meydan waḧdi’elferdim
taze bîr ekem le xew hełsawim
qerzî penca sał řojî yek dirhem
le naw sendûqî eger bîkey cem
wextê bîhênî ser ḧîsab qełem
milîwin û milyard min qerzar mawim
taze le bîr çû kam xak beser kem
dexałet dergay xeyrulbeşer kem
dirextî ta’et piř le semer kem
eger çî tewaw gîrî quřawim
lutfîPen name gunahit milyon ger milyar
le tezer řeḧmî padşay ẍefar
bête ser kerem zatî kirdigar
qet mełêy taze min wa xinkawim