diłim piř bwe le ẍemî dunya

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 3 minutes  418 views
diłim piř bwe le ẍemî dunya
ser xoş egeřêm le deşt û çya
nazanim bo çî wa bê xeberim
bê ’eqił û bê hoş hey xak beserim
her min be tenha wa perîşanim
ya ’alem weye û emin nazanim
’alem xewtuwe kes nîye bêdar
bê hoş le emrî zatî kirdigar
da’îm xerîkin be îşî dunya
le cût û dire û gêre û şeneba
îşî deşt û şar xizmet ga û ker
’umrî na’ezîz ewa çuwe ser
çon le řûtan dê ke biçne meydan
gifit û go biken leber pay dîwan
defterî e’mał herdû be cûte
sey’at piř xet ḧesenat řûte
su’î zen waqî’ yekcar xirape
bełam le daxan cergim kebabe
min cumłe zor kes bo tema’ dinya
yek bo yektirî bîrî lê eda
çendî xelîfe û çen çen derwêş çak
be řoj le erizda be şew le eflak
be řîşî sipî û mêzerey beyza
leber des (ladîn) kewtine sema
gişt bo şahîdî wek tîẍî deban
le pêş esḧabe eyan kird cewlan
westawin temam ’imûm be qetar
leber des ḧakim eken întîzar
yek ełê ḧakim dexîl emanit
min qise nakem xot û wîjdanit
yek ełê ḧakim min zor feqîrim
em ’erde îrse bom le bapîrim
yek ełêy ḧakim qise bê sûde
şahîd ’erdî min derwêş meḧmûde
way derwêş meḧmûd dexîle aman
xot û yekê bûy le ewlyakan
řast biłêy xuda zorî pê xoşe
herçî ezanî hîç day mepoşe
wazim lê bêne berokim berde
em ’erde ’erdî sałḧe kurde
hîç hî to nîye min xom be temam
şahîdî bidem bo qaley zawam
kurde kurdîne meken emḧałe
em ’eqłe ẍayet ’eqłî betałe
’ezîzî xwa kes nayka zelîl
zelîlî xiwayş kes nayka celîl
her min bizanim çen xawen emlak
’imûmî fewta gişt çûne jêr xak
hî wek eskender wekû siłêman
wekû keykawus hem nûşîrwan
hî wekû dara wekû keyxusrew
kwa efrasyab kwa zał pêş řew
emane hemû serpakyan fewtan
text û tacî wan xwa kirdî wêran
fîr’ewn û nemrûd şedad û haman
sebeb be serwet gişt bûn mał wêran
to ebê çî bikey damawî hejar
xawen kerêk û dû bizin û dû kar
fate û xate dû meř û gayê
emane hîçin hîç be kar nayê
’eybe bo êwe umetî muxtar
bê dînî meken bo cîfey mirdar
kirdewey çake yek ta be ḧewset
cezay çakeye nî’metî beheşt
luqme nanêke bo lat û hejar
zorî la xoşe zatî kirdigar
eger yek se’at zahîr bin zelîl
çî małtan heye eyden be bertîl
bełam ger gîskê biden le řêy xwa
lew nawçeyeda eyken aşkira
ewene ełên gîskê zor cwane
tûkekey wekû řeşe řêḧane
xoy qułe hems gwêkanî kurte
çwar pelî wekû kar aske řûte
ta ey şonewe be awî minet
be zaye’ eřwa be bê bereket
mizgewt bê ḧesîr mela zor řûte
da’îma ełêy sere bizûte
ger destan biřwa dunya esênin
tûy ajawe û nîfaq eçênin
lutfîPen name kota bê nezim û eş’arit
bo îmřo sûdî nîye guftarit