ey dił de hełse zîkirî xuda ke

munacat
From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 2 minutes  566 views
ey dił de hełse zîkirî xuda ke
be řoj û be şew řû le mewla ke
damênî şer’ bigre be dû des
zîkirî xwa bike da’îm be hewes
newek be sistî û be dił giřanî
newe wek naçar be suẍrezanî
’îbadet be dił nekey bo xuda
zor zeḧmete xwa padaştit bida
eger bo dunya we ya bo řyayî
hîlakî key tû eřwa xořayî
yařeb bo xatir şay fexrî ’alem
bibexşe xetam le zor heta kem
bîke be xatir ademî sefî
ḧezretî şîs û hem nûḧî nebî
bo xatrî danyal ḧezretî ye’qûb
hûd û yuşe’ û cenabî eyûb
bo xatrî ’îsa û ḧezretî salîḧ
nefsî ’asî min bikey be salîḧ
bo xatrî îsḧaq legeł îbrahîm
nûrî îmanim ledił key qayîm
bo xatrî xidir legeł eskender
şîn bo min xase hey xakim beser
hem bo xatrî ’ezîz û talût
cesteyî bêtîn nexoş û nabût
bo xatrî luqman legeł îsma’îl
xeste û peşêwim serkiz û zelîl
be ’eşqî yusif hem legeł şu’eyb
dexałet beto danay siřî ẍeyb
be xwênî yeḧya em be zekerya
le dergay řeḧmet nebim řûsya
hem bo şerefî mûsa û harûn
dawid û suleyman elyas û şem’ûn
dîsan boxatrî elyesi’ û esbat
řizgarim bikey le pirdî sîrat
yařeb boxatrî yuns û îdrîs
hem bo şerafet ḧezretî cercîs
dîsan boxatrî zulkîfil û ’îmran
be nałe û sozî pîrekey ken’an
be nûrî îman diłim řûnak key
wekû awêne le pîsî pak key
hem bo xatrî babekir û ’umer
’usman zunûreyn îmamî ḧeyder
hem bo xatrî seḧabey kîram
lîyan bê řeḧmet xuday la yenam
hem bo xatrî gişt pyaw çakanit
řicam qebûł key destim damanit
bim bexşe me’lûm min ẍerqî xetam
řûzerd û mehtûk meydanî xudam
lutfîPen name ta mawî bike şîn û zar
řû bike dergay zatî kirdigar