yaran derdekem derdê girane

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 2 minutes  458 views
yaran derdekem derdê girane
beşim hemîşe şîn û giryane
seyrî dunya ke çon şiłejawe
herkes be core derdê damawe
hendê kes heye wêł û sergerdan
dad û bêday le çerxî zeman
hendêkîş heye bo ḧîrsî dunya
her wekû serxoş xoy be taşada
fermûdey řesuł şahî ḧeremeyn
ke we’dey dawe ewane êmeyn
bergî birsyetî xefet û matem
poşîye berman hemû xatircem
emeş nişyaney ẍezebî xwaye
řeḧmî îslamet lay kes nemaye
xwênî hezaran geda eřêjê
êsqanî eşkê mêşkî epjê
gişt biray dînin ektir ekûjin
bo cîfey dunya xwên ek emjin
le yad kes nye meydanî xuda
le řojî ḧeşir çon wełam eda
bo çî kujrawî kuştit leserçî
çon wełam edey ewca ełêy çî
deşt û kêwu şax bexwên buwe sûr
têr goşt û řon bû mel û mar û mur
kesê ke dû kes le ew bitirsê
le řojî ḧîsab xwalêy napirsê
cêgey cehennem zor baş bizane
ewîş fermûdey fexrî cîhane
ne řoj ne se’at ne deqe û an
bizane ẍezeb ebarê boman
qena’et nema řeḧim nuqim bû
řêgey şerî’et be carê gum bû
bid’et řû eda herřojê new’ê
sûnetî řesuł sa bo kwê eçê
besyetî tuxwa erê bira gyan
tozê bîrkewe çî dête serman
dunya hîç nîye me’lûm bê lelat
pênc û dû řoje her çon bê eřwat
bese hetakey kirdewey xirap
řû bike xuda û hem řêge sewab
lutfîPen name tû heste û xak beserdake
le cyatî hemuwan şîwen berpake