ey řefîqî xoşewîstim małî xot wêran meke

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  477 views
ey řefîqî xoşewîstim małî xot wêran meke
her be guftî hîç û pûçîş barî xot giran meke
zor zelîl û dił peşêwim ẍerqî beḧrî mîḧnetim
řaberî řêgey necat û mahî direxşanim were
wa leser řêgayekî řast û berînî çawekem
agedar û baxeberbe řû le kendełan meke
çunke nefsî to be da’îm ma’îlî karî xirap
dewrî îmanit ze’îfe xot tûşî şeytan meke
bo çî meẍrûrî ’ezîzim sed hezarî wekû to
hat û řoyî be řezîlî to diłit xendan meke
fikirî ḧałî qebrî teng û mirdin û kifnî sipî
wa le řête bêne yadit qet’yen ẍeřřan meke
dił be zor řakêşe bo lay ta’etî yezdanî xot
nefis da’îm dił firîbe be qisey peyman meke
bo çî wa damawî lutfîPen name ’umreket çû bê semer
hełse îtir peyřewî xasan bike û giryan meke