ey ře’îsî cem’î mexlûq şahî şahanim were

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  627 views
ey ře’îsî cem’î mexlûq, şahî şahanim were
ey emîrî herdû dunya, merdî meydanim were
min gunahbar û xecałet řûřeş řojî cezam
xawenî ’îz û şeref toy řoḧ bequrbanim were
xatrî řuxsarî nûrînî cenabit xway mezin
erz û asmanî dirust kird çaw begryanim were
min ezanim kirdewey çakem nîye sa çî bikem
řeḧmetê fermû gedam bo małî wêranim were
min ewende hewł edem nefsim le destim derçuwe
çîy le meyl nefsî bedkem, canî cananim were
ger lemewla xwa bexoy řeḧmê bikate ḧałî min
nefsî bedkarim ekujrê, dił be qurbanim were
her wekû sîrwanNamed-Entity le çawim aw eçořê bê wiçan
řûřeş dunya û qyamet, destedamanim were
lutfîPen name bes şîwen bike bot nagîrê nefsî bedit
şahî lewlak bête îmdad nûrî îmanim were