ey birader bo zwîrî ẍem mexo dunyayî dûn

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  652 views
ey birader bo zwîrî ẍem mexo dunyayî dûn
řizq û ’umir û ecelit nûsrawe beynî kaf û nûn
boç ewende be peroşî pare naka řakeřak
ne diłit şad bê be bûn û ne ẍemit bê be nebûn
giştî teqdîrî xudaye xalîqî erz û sema
agedarî xot be gyane xot mexere çend û çûn
ẍem bixo ḧo ey birader kakî xom ey bêxeber
çon ezanî ta êware saẍ ebê ya seringûn
çen kesanêk wa ebînim zor ẍirûr û ḧał nezan
wek tirî lew řojeda kujrawe fewtawe zebûn
çon le mekirî xwat embînî wa bebê bakî eřoy
wa demê tir to ebînim dûçarî naw xak û xûn
lutfîPen name derdî xot dewa ke mał wêranî bêxeber
çen hezaranî wekû to kewte dawî hat û çûn