way ke řû zerd û zelîl û mał wêran bed ḧałe xom

From the Book:
Dîwanî Lutfî
By:
Lutfi (1905-1989)
 1 minutes  973 views
way ke řû zerd û zelîl û mał wêran bed ḧałe xom
bê semer ’umrî ’ezîzî tełxî tirş û tałe xom
da’îmen her wek semawer coş exwa xwênî diłim
bo henawî zor sûtawî agir û zûxałe xom
seylî eşkim hate xwarê têkî da bînay dił
hêrşî mirdin ke hat û min le ser kendałe xom
gerçî ewweł ḧurmet û îqbałêkî çakim hebû
’aqîbet řût û qelender bê kes û ’ebdałe xom
mudetê manendî qumrî neş’e û şewqim hebû
gerçî îmřo lar û xwar û ’eynî her wek dałe xom
xawenî nutiq û zeka bûm dengî xoş û çawî geş
îmřo embînî ke kwêr û keř û gêj û lałe xom
ḧasłî gişt cestekem piř derdeser takû qedem
çî beyan kem zor perêşanim le naw em çałe xom
be sefahet řatbuward ’umrî ’ezîzit ey hejar
her biłê «waḧesreta» damawî řoj su’ale xom
çî ekey lutfîPen name le tegbîr hate pêş ḧukmî ceza
çareyê bo xot bidoze tewbe bê lem ḧałe xom