babetî6

esłî sêhem
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 2 minutes  582 views
kesb dernaka mutłeqen ef’al
le jêr îradey xuday «zwalcilalArabic»
çî îrade kird ewe yête cê
herçî meyl neka be qet’î nabê
le muradî xuda cemî’î ’alem
zyad û kem naka mûyê xatir cem
***
leser îradey ḧezretî barî
to mecbûr nabî, herwa muxtarî
me’lûmî ehlî ’îrfan û ḧîlme
ke îradey xwa tabî’î ’îlme
’îlmî ezelîş tabî’î fî’le
fî’lî mukellef meḧekîye û esle
zanîwye ezel to be îxtyar
le katî teklîf çilon ekey kar
leser ew ’îlme meylî hate bar
meyl be şwênî ’îlim, ’îlim be şwên kar
îcbar eweye naçarit bika
bê ’îlim û meyl û asarit bika
ba bot beyan kem wêneyê seḧîḧ
ke bekarit bêt bo keşif û tewzîḧ
welî ke be keşif bizanê řencê
ebînî le řê, ya kûpey gencê
çî dexlî heye be lutif û azar
pêt eda dînar ya lêt eda dar
herwa bêteşbye ’îlmî «zî alcilalArabic»
awêne řenge û kirdewe mîsal
awêne wêney eşya enwênê
bo ḧellî eme kê da’emênê
***
meyl û îradey zatî ’elîye
be me’nay řeza û miḧebbet nîye
řazîye be xêr nařazî le şeř
herdûyş meşmûln bo qeza û qeder